17 Haziran 2007 Pazar

ZİMAN û NİRX û DEJENERASYON...(güzel dilimiz uzerine)

Ziman:

Zimanê zikmakî, ango zimanê dayikê, ne tenê navgîneke axaftinê ye; her wiha ramana mirovan e. Zimanê dayikê ji bo jîyandina kesayetî û çanda mirovan, hebûna mirovan a herî grîng e. Kesekî ku grîngiya zimanê zikmakî nizanibe, nikare li hember hebûna xwe, çanda xwe rêzdar be. Zimanê zikmakî, di avabûn û pêşketina nasname û kesayetiya mirovan de rola sereke dilîze. Zimanê zikmakî di têgihîştina mirov a xwezayê û derûdorê de sedema herî grîng e. Bêyî zimanê zikmakî, ne pêkan e ku mirov bahsa jîyandina çandekî bike, ango bahsa çandê bi xwe bike. Kesekî ku ji zimanê xwe yê zikmakî bi dûr bikeve, ji çanda xwe, hebûna xwe, rastiya xwe û kesayetî û nasnameya xwe dûr dikeve. Her çandek tenê dikare bi zimanê xwe hebe. Ziman nebe, çand jî nabe. Ziman neynik, nasname û çanda gel e.

Çendekî berê mamoste Amed Tîgrîs bi hunermendê şanoyê Kemal Görgü re hevpeyvînek kiribû û di malpera amîdakurd de hate weşandin. Hunermendê hêja di ciyekî hevpeyvînê de ji bo zimanê zikmakî weha dibêje; “Kurdî şîrê diya min e”. Gotinek rast, xweş û di cî de ye. Lewra mirov ji şîrê dayika xwe gelek tişt werdigire, pê digihêje, pê têr dibe. Ma ji şîrê dê şêrîntir, paqijtir, xweştir, watedartir, bi kêrtir û pîroztir tiştekî din heye?! Ziman jî her wisa ye. Loma jî ew gotin, gotineke xweş û watedar e. Mirov çawa nikare şîrê dayikê ji bîr bike, şîrê dayikê çawa pîroz e û car caran dayik dikarin zarokên xwe bi heramkirina şîrên xwe tehdît bikin. Zimanê dayikê jî, her mîna şîrê wê şêrîn û pîroz e. Heya mirov bi zimanê xwe çêran neke, dilê mirovan rehet nabe. Mirov herî zêde bi zimanê xwe ji dil dikene, ji dil digirî, ji dil diqîre, ji dil disitire. Zimanê zikmakî, pira navbera paşeroj û pêşeroja mirovan e.

Loma jî dijminên me zana bûn û derba yekem êrîşê zimanê me kirin. Zimanê me qedexekirin, înkar kirin, piçûk xistin û gotin û hîn jî car caran dibêjin “ji xwe zimanekî pînekiriye û ne tu ziman e. Ji ber çend zimanên din hatiye çêkirin û pir teng e”. Bi vê jî qîma xwe naynin, dibêjin; “ev ji xwe şaxekî zimanê tirkî ye”. 80 salî Polîtîkayên wisa bikar anîn û kirin ku me ji zimanê xwe, pê re jî ji çanda xwe, ji nav û nasnameya xwe heta ji dayika xwe şerm kir. Lewra bi taybet li bakûrê welêt, dijminê me diviya neteweyek biafirandana. Yek netewe, yek çand, yek nasname, yek ziman û her tişt yek. Loma jî diviya rengên cuda tune bikirana û loma jî pêşî êrîşê zimanê me kirin. Lewra pir baş dizanibûn, dema mirov ji zimanê xwe fedî bike, piçûk bibîne, mirov ji hebûn û nasnameya xwe fedî dike û piçûk dibîne. Tiştekî ku mirov jê şerm jî bike, mirov bi dû nakeve, jê direve. Em jî mîna cinê ji hesin bireve, ji ziman, nasname û hebûna xwe reviyan.

Nirx:

Nirx û rûmetên mirovan, di nav herikîna dîrokê de li gor şeklê jiyana mirovan, li gor avhewa û cografya ku mirov lê dijî, li gor ziman çand û nêrînên mirovan ên jîyanê û rewşa aborî çêdibin û diguherin. Bi pêşketina civakê re hin nirx û rûmet jî dikarin biguherin ango rûmeta xwe ya berê wenda bikin û li şûna wan hin nirxên nû ava bibin. Lewra jîyan her tim di nav pêşketinekê de ye, li gel vê pêşketinê nirxên civakî jî diguherin. Nirxên ku naguherin, dibine asteng li ber pêşketina civakê, ango ew nirxên ku demekî ji bo civakê pîroz in û civakê bi hev ve girê didin, roj tê ku heman nirx dibine sedema tevlîheviyên mezin, lewra bi pêşketina jîyanê re, ango bi tekamulê re nirxên nû ava dibin û bi yên kevn re dikevine pêşbirkê, an carna şer. Û nirxên nû her bi ser dikevin, lê carnan jî, di civakên girtî de ev pir zehmet dibin û ev pêvajo gelek bi êş derbas dibe.

Nirx, ango avabûna nirxan jî, li gor kategorî û baweriyên bi taybet olî lê ne tenê olî, sîyasî, îdeolojîkî, yên civakê û bi taybet jî rewşa aborî, diguhurin. Mînak; hin tişt hene ku ji bo gundiyekî nirxên pir grîng in, lê bajariyekî dikare zêde guh nede wan nirxan, an jî nirxên çîna karker, dikare ji bo çîna serdest mîna pêkenî bin û yên çîna serdest jî ji bo karkeran zêde sist û dejenere bin. Her wiha ew tiştên ku ji bo Îsewiyek, an Mûsewiyek pir normal be, ji bo musulmanek, dikare bê weteya kufrê, ango kafiriyê. An di nav mezhebên olan bi xwe de jî, ev nakokî hene. Tiştekî ku dikare ji bo mezhebekê rast, ango normal be, ji bo ya din pir şaş û heram bê. Bê guman ku newekhevî û nakokiyên di nav nirxan de, gelek caran dikarin bibine sedemên qewmîn, an bûyerên pir grîng ên neyînî jî. Heta, yên ku herî zêde bandorê li ser jîyana me dikin, ev newekhevî û nakokiyên di nav nirxan de bi xwe ne.

Hin nirx hene ku li gor rewşa siyasî û daxwazên desthilatdaran, bi zanebûn têne afirandin û di nav gel de têne bi cî kirin. Ev cure nirx, tenê ji bo berjewendiyên desthilatdar û dewlemendan in, ji aliyê wan ve bi zanebûn hatine pêşxistin û bi giştî, ne ji bo berjewendiyên gelêrî, lê ji bo bikaranîna civakê ne. Ev nirx carna di nav civakê de, bi dezînformasyon û propagandayan wisa têne bi cî kirin ku, civak ji nirxên xwe yên rastî û dîrokî dûr dikevin û bi temamî dikarin bikevine xizmeta nirxên çêkirî. Nijadperestî yek ji van “nirx”an a herî balkêş û xetere ye.

Sîstema nirxan a mirovan, hîn ji destpêka jîyana wan ve dîyar dibe. Nirxên mayînde, malbat, heval, ol, dibistan û derdor û heya her kesekî ku pê re bi awayek têkilî çêbibe, li ser gihîştina zarokekî û avabûna nirxên wî, bandorê dikin. Nirx, encamên rahênan, (şartlanma) ango demînan e. Her cure agahiya ku zarokek werdigire, di mêjiyê wî de cihê xwe digire û li gor wan agahiyan nirx di mêjî de ava dibin. Heya ku bi agahiyên din ew bêne guherandin, wisa dimînin. Pêvajoya civakîbûnê, di dawiyê de, di nirxên mayînde de hestî û goşt digire û ji bo her ferdek, dibe şêweya gihîştina armancan.

Mirov, bi giranî xwedî nirx û rûmetên civaka xwe ye. Mirov li kur bûbe, bi nirx û rûmetên civakî yên wir ve girêdayî ye. Lê dema mirov civak diguhêre; em bêjin ji Kurdistanê ji ber sedemekî koç dike diçe Ewropayê, wê demê li wê civaka nû dikare hin nirx û adetên mirovan şaş bêne dîtin, ango xweş neyêne dîtin û hwd. Mirovê ku koçkiriye jî, dikare wê civaka nû wisa binirxîne. Lewra me gotibû ku; nirx û rûmetên mirovan, di nav herikîna dîrokê de li gor şeklê jiyana mirovan, li gor avhewa û cografya ku mirov lê dijî, li gor ziman çand û nêrînên mirovan ên jîyanê û rewşa aborî çêdibin û diguherin. Û ez dikarim bêjim ku, ev pirsa herî mezin a koçberan e, ku gelek caran ew û zarokên xwe li ser vê yekê pevdiçin, şer dikin û dikarin ji hev bi dûr jî bikevin, an zarokên xwe bi destên xwe jî bikujin. Lê eger ew kesê koçkirî, li wî welatê ku koç kiriye bibûna, tu pirsên weha jê re çênedibûn. Her kes dixwaze li gor rastiya xwe bijî û bi giranî jî wisa dijî. Dema, ji ber sedemekî şertên wê jîyanê teng dibin, an namînin, wê demê pirs destpêdikin û jîyan dibe kaos. Ta ku mirov bibe, an bikaribe bibe xwedî nirxên nû, hin tiştan bikaribe daqurtîne û di jîyana xwe de bi cî bike.

Wê çaxê mirov dikare bêje ku nirx rêlatîf, ango îzafî ne. Lewra ku yek ji wan jî ne rastiyên xweser in.

Nirx, li gor civakê, an jî li gor agahiyên meriv in. Lewra mirov li gor agahiyên xwe biryaran dide. Lê gelo, tiştên ku mirov di derbarê wî tiştî de nizane çi ne?! Mirov nizane ku mirov bi çiqas tiştî nizane. Ji çiqasiya nezaniyê wirdetir, gelek caran mirov hay ji nezaniya xwe jî nîne.
Baş e, eger mirov li gor zanîna xwe biryaran bide û bêje “ev wisa ye” û paşê di derbarê wî tiştî de tiştên ku mirov nizane derkevine holê, wê demê jî dê dîtinên mirovan biguhurin an na?
Her çiqas li gor zanebûna mirov tiştek “wisa” be jî, li gor gelek sedemên ku mirov hay jê nîne, dikare ne “wisa” be.




Dejenerasyon:

Dejenerasion gotineke bi fransî ye û tê wateya bêesliyê ango wendakirina derûniyê, taybetiyên nîjadî û cureyên xwewendakirinê.

Meriv dema ji xwe dûr bikeve, dibe tiştekî din. Tiştê herî nêz, an tiştê herî hêsan çi be dibe ew. Lewra jiyan valahî qebûl nake. Em jî her çiqas ji xwe bi dûr dikevin, dibin mîna dijminê xwe!.. Lewra yê herî nêzî me ew e. Bi zimanê xwe, bi siyaseta xwe, bi çanda xwe, bi danûstendinên xwe yên rojane û civakî û bi her awayî. Lê nabin mîna wan jî, lewra ji bo ku tiştek bikaribe form bigire, divê li ser koka xwe û rastiya xwe şîn bibe, an na rengek şolî û ne zelal digire.

Malkambaxiya herî mezin ew e ku mirov dejenere bibe, ji rastî û binyat û nirxên xwe dûr bikeve û nirx bi mirovan re nemînin. Dema nirx bi mirovan re namînin, mirov mêzîna xwe wenda dike. Mîna her tiştî, dema mêzîn xera bibe, her tişt ser û binê hev dibe. Xerabûna balansa mirovan jî dibe sedema ser û bin bûn ango tevlîheviyeke hundirîn û giyanî. Dinya mirov a hundir xera dibe, zemîna giyana mirov diheje û ev yek bi rengekî pir xerab xwe dide der û dibe sedema jiyaneke bê pîvan, bê prensîp û xerab. Bi gotineke hêsantir; mirovên dejenere û bê nirx, ango yên nirxên xwe wenda kirine, ji diziyê bigire, heya mêrkujiyê, xiyanetê û gelek karên xirab ên din dikarin bikin, lewra dema nirx wenda dibin, pîvan jî namînin. Jiyana manewî bi temamî dimire û êdî ew kes bi tenê ji bo jiyana xwe ya madî û bi tenê ji bo xwe dijîn. Loma jî her kes û her tişt û ew bi xwe jî, mijara kirîn û firotanê ne. Û ev hemî ji bo wan ne karên pir ecêb in. Heke em bi tenê li fenomena (diyardeya) îtirafkaran û hîzbîkontrayan û kar û barên wan û zerar û zîyana ku wan dane civakê biramin, dê baştir bê famkirin. Yê her du aliyan jî, di ciyek de digîjine hev. Ji rastiya xwe bi dûr ketin!.. Ango bêesilbûn!..

“Her dar li ser koka xwe şîn dibe”. Her zindiyek û heta her tiştek dema ji koka xwe dûr dikeve ango tê qetandin, ji binyata ku bûye, ji sedemê hebûn û çêbûn û şekilgirtina xwe bi dûr dikeve. Bi gotineke din, ji rastiya xwe bi dûr dikeve. Dema zindiyek ango objeyek jî ji rastiya xwe bidûr dikeve, bêbinyat dibe. Lewra nikare li gor rastiyên din an hebûnên din ku li ser koka xwe şîn bûne şekil bigire û dibe sosretek û dimîne. Kes an tiştên sosret jî nezayok (kisir) in.

Serdestên civakê, ango ku em li civaka me bifikirin wê demê divê em bêjin; dijminên me, li gor rewş û taybetiyên demê politikayên dejenerasyonê û kesên dejenere, li her aliyên civakê bi rengên cur be cur bi kar tînin. Dema şer giran bû, bi taybet di navbera salên 1990 û 96an de îtîrafkaran û hîzbîkontrayan dane pêş. Em bahsa karên wan nakin, em hemû dizanin. Ev ên herî balkêş in, lewra cîhana me ya maddî serobin kir, dike... Lê kontratî, bêeslîtî, dejenerasyon, xwefiroşî, dizî, pizî, ji rastiya xwe, nirx û rûmetên xwe dûrketin û wan firotin ango xwefirotin, bi gotina kin dejenerasyon, ne tenê di wan kar û barên zêde hişk û balkêş û bi êş de ne, gelek tişt hene ku di hundir de me dirizînin û me hay ji wan nîne. Em bi xwe jî kevnikê didine destên xwe û radibine wê govendê. Gelek caran û di gelek rewşan de, bêyî ku haya me ji wê rizandinê hebe. Çi ne ev: Navên me didizin, peyvên me didizin, gotinên me yên pêşiyan, çîrokên me, metelokên me, klam û stranên me didizin, cejnên me didizin, heya jiyana me ya sosyal bi xwe jî didizin û dikine mijarên fîlmên xwe yên çelexwarî. Bi dehan rêzefîlmên wan ên eletewşî hene ku mijara wan jiyana me ya civakî ye. Bi zimanê xwe, qaşo jiyana me dilîzin!.. Em çi dikin? Em jî li wan stranan godarî dikin, li wan fîlman, rêzefîlman temaşe dikin, bi zarokên xwe didine godarî û temaşekirin û ha em dibînin ku me jî destpêkiriye û em bi zimanê wan diaxivin, têkiliyên xwe yên rojane bi zimanê wan datînin û her yek ji me dibe fîgurek, ango xwedî rolek, lê vê carê di jiyana rastî de. Jiyana me dibe rêzefîlmên wan, sîyaseta me bi taybet a legal rengê parlamentoya wan û partiyên wan digire, lê rengekî şolî, sazî û dezgehên me di bin navê berjewendiyên netewî de ji rastiya xwe û berjewendiyên civakî û netewî dûr, bi tirs û hizir, daxwaz û hesabên ferdî têne birêvebirin. Loma jî pêş nakevin û loma jî bi vî rengî profesyonelî çênabe û piştî demekê di nav xwe de difetise, dixitime. Êdî mîna kursên zinanê kurdî, ya piştî demekê têne girtin an jî hema ji bo bê gotin ku yên me jî hene, ango em filan karî dikin, em filan binî bêvan in, bi zor li ser piyan têne hiştin, an jî bi tenê mîna nav li piyan dimînin. Mînak: Li Amedê, li Berlînê, li Stenbolê, li Parîsê, li Brukselê, li Stockholmê Înstîtuyên kurdî hene. Her weha Kurd-Kav, Komkar heye, Navend heye û li welat û seranserê Ewropayê bi sedan sazî û dezgeh û komeleyên me yên çandî hene û ev bi salan in hene. Gelo ev hemû dikarin bi qasî yek saziyeke bi tenê ya welatekî Ewropayê kar û xebat bikin ango bi berhem bin ?! Ev pirseke pir girîng e. Bi ya min, na. Baş e çima? Divê vê pirsê her kes ji xwe bike û em hemû bi hev re li bersivê bigerin û bi hev re ji bo çareseriyê têbikoşin, bêyî fikar, tirs, daxwaz û hesabên ferdî.

Bazirgan
Li gel van, îcar bazirgan jî hene. Bi pêşketina têkoşîna rizgarî û azadiyê re, gelek derfet jî derketine holê, ango bazar vebûn. Ciyê bazar hebe, bazirgan jî bê guman ku dê hebin. Lê bazirganên xelkê xwe û bi xwe re civaka xwe radikin, ên me me jar dikin. Lewra malê bazirganên me, em bi xwe ne. Yanê nirx û rûmet û çand, ziman, muzîk, huner, wêje û dîroka me ye. Ji xwe tiştên di destê me de jî mane, bi tenê ev in. Birêz Nîjad Arda navekî xweş li van bazirganan kiriye. Diviya binivîsandana jî, hîn nenivîsiye, ji ber fikara pîvanên malperê. Belê ew fikara min jî heye, loma jî ez ê pir pê ve neçim, lê bi sînor be jî divê hin tişt bêne gotin: Birêz Nîjad Arda ji bo van bazirganan dibêje “Kurdên Profesyonel”!.. Navek di cî de ye. Lewra kurdayetiya wan bûye sedema wan a esasî ji bo debar û nav û dengên wan. Bi taybet di warê wêje û nivîskariya kurdî de ev “Kurdên Profesyonel” xwe nîşan didin. Çi dikin? Malê xwe didizin, malê civakê, malê kesên din didizin û li ser rûdinên, mîna ku berhemên wan bin. Wekî din çi dikin? Gotineke hişk e, lê ji gotinên pêşiyên me ne; Kî..n xwe bi potikan mezin dikin. Û em jî plaketan didine wan, li balefirgehan pêşwaziya wan dikin, li otêlên luks wan dikine mêvan. Lê gelek kesên bi rastî xwedî berhem, bi rûmet, lê nefspiçûk û dilsozê zimanê xwe, çand û wêjeya xwe û welatê xwe hene ku em bi pênc kurişî jî rûmetê nadine wan. Ev ji her du aliyan ve jî, hem ji aliyê “Kurdê Profesyonel” ve hem jî ji aliyê sazî û dezgehên ku wan bi xelat dikin ve, rengekî dejenerasyonê ye. Ev mijara Nijad Arda ye, loma jî ez ê zêde li ser vê yekê ranewestim, lê min xwest mîna mînak bidim ku kesên dejenere, kesên ji nirx û rûmetan dûrketî dikarin di kîjan warî de çi bikin. Mixabin ku ne hemû, lê çend ji van “Kurdên Profesyonel” debara xwe pir baş dikin û xwe ne ji dêrê û ne jî ji mizgeftê dikin. Lewra dêr jî, mizgeft jî, ji pîroziyê wirdetir, ji bo bikaranîna berjewendiyên ferdî ne, ji bo wan. Dema di civakekî de, nirx û rûmet û pîrozî bibine “mal”ên bazarê, ew civak an riziya ye, an jî dest bi rizandinê kiriye. Rê li ber neyê girtin, dê tişt nemîne!..

Îdeolojî:

Îdeolojî ji aliyekê ve asteng in li pêşiya ferdbûna azad. Mirovan teng û yeknesak dikin, lê ji aliyê din ve jî hin nirxan diparêzin. Lewra her îdeolojî divê li ser bingeha hin nirxan şîn bibe, ango dibe. Loma jî divê wan nirxan bi hesûdî biparêze. Dema ji wan nirxan tawîz bide, ew îdeolojî jî, ji rastiya xwe bi dûr dikeve û dejenere dibe. Ev yek di bin navê çi de bê kirin jî, car din şaş e. Lewra her tişt divê nirxên ku li ser şîn bûye, biparêze û geştir û xweştir bike û belav bike. Di vî karî de çiqas bi ser bikeve, ew qas jî di hedef û armancên xwe de bi ser dikeve.

Hêz jî, li ser bingeha nirxan şîn dibe. Ev nirx ku têne gotin dikarin li dijî berjewendî, bîr û baweriyên civakê bin jî, ango lîstikên destên rêvebiran bin, ji bo bidestxistina berjewendiyan. (mîna nijadperestî û hwd.)

Îdeolojiyeke rast, her çendî di hin waran de teng jî bike, dikare civakê rake û bike xwedî rûmeteke mezin, lê bi şertekî; dema ji bo civakê tiştek ava kir, piştî demekê divê êdî tiştê ji bo civakê afirandiye, şert û mercên wê amade bike û bide destê civakê, bêyî ku zêde mudaxele bike. An na, di bin navê wê îdeolojiyê de, lê ji rastiya wê îdeolojiyê dûr, hin kes dikarin li ser wan nirx û rûmetên giranbiha ku bi bedêlên giran hatine afirandin, axatiyê jî bikin. Axa jî, eger di bin wî navî de jî bikin, di rastiyê de tu carî li berjewendiyên giştî nafikirin, lewra her tişt ji bo wan e, ew axa ne!..

Dawî:

Bê guman gelek tişt hene ku dikarin bêne gotin. Lê ji gotinê bêtir divê ev ji aliyê rewşenbîran ve, bi taybet ji aliyê pisporên civakê û civakê bi xwe ve, ji aliyê hemû sazî û dezgehên me ve bêne nîkaşkirin.

Ez ne pisporê vê mijarê me, lê bê guman ku hin dîtin û nirxandinên min hene. Ev dikarin kêm bin û dikarin li gor hinan şaş bin jî, lê ev dîtin dikarin bêne dewlemendkirin, rexnekirin, gotûbêjkirin. Min bi tenê xwest hin ji van dîtinên xwe parve bikim.

Li gor baweriya min yek ji pirsa me ya herî grîng a îroyîn ev e. Lê mixabin ku ta niha bi taybet ji aliyê pisporên civakî û rewşenbîrên me ve, di civaka me de li ser vê pirsê tu lêkolînên berbiçav û kûr û nîqaş nehatine kirin.

Bi ya min, di dawî de mirov her tiştî ji bo xwe dike. Lê tiştek heye ku cudahiya navbera mirovan kûr dike û dibe sedemê hemû van tiştan: Mirov tenê bi xwe re ye û bi xwe heye, an mirov bi civaka xwe re ye û pê heye? Bersiva vê pirsê rêçika jiyana mirovan e. Eger mirov ji bo xwe hebe, her tişt malê bazarê ye. Wê demê rê li ber dejenerasiyon û rizandinê nikare bê girtin. Bi taybet di civaka me de ev weha ye. Lewra hîn em birîndar in û xwîn ji me diherike. Em hîn ne li ser hişê xwe ne, bi kotekî bi rê ve diçin. Eger mirov bi civaka xwe re be, pê hebe, mirov ji bo nirx û rûmetên xwe hebe û pê watedar be, pê serbilind, dilxweş û şa be, her çendî bi êş û azar û heya bi mirin be jî, ev ronahî ye ku tarî û zilûmata mirinê mîna kêra li zikê zebeşê, diqelêşe.

Hiç yorum yok: